IraqNûçeRojhilatanavin

6 bîrên niftê li başûra Mûsilê ketine destê hêzên iraqî

Hêzên iraqî duh êvarê li dewama pêşketinên xwe li başûra Mûsilê karîn 6 bîrên niftê ji destê terorîstan azad bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a El-şerqul-Ewsetê, Sebah El-Neiman berdevkê hêzên dijî terorê yên  Iraqê destnîşan kir; Li dewama serketina hêzên artêşa Iraqê dijî terorîstan û pêşketinên wan li başûra Mûsilê û riya ber bi Qeyarê, bi dehan terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin û birek ji erebeyên wan ên bombkirî jî hatine şewitandin.

Ji aliyê din ve karbidestekî eskerî yê Iraqê jî got: Hêzên artêşa Iraqê karîn riya isteratijîk a Qeyarê ber bi Mûsilê ku terorîstên DAIŞ`ê ji vê riyê istifade dikirin, bigrin destê xwe.

Wî got: şer û pecçûna di navbera hêzên artêşa Iraqê û terorîstên DAIŞ`ê li nav Qeyarê hîn jî berdewam e. Hêzên artêşa Iraqê ji 4 aliyan va êrişî ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li nav Qeyarê kirin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu