IraqNûçeRojhilatanavin

Berteka Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê li hemberî cinayetên siûdî dijî Yemenê

Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî xwest ku ji bo rawestandina cinayetên hovane yên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li dijî gelê Yemenê bikeve tevgerê.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê bi daxûyaniyekê cinauyetên vê dawuiyê yên Erebistanê yên şehîdkirina Salih Semad serokê berê yê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê her wiha êrîşên hewayî ku bi dehan kes ji xelkê bêguneh li dawetekê li bajarê Heceyê kirin armanc şermezar kir û ji bêdengiya saziyên navneteweyî û bi taybet NY li vî warî da matmayîna xwe diyar kir.

Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê her wiha kar û kiryarên Erebistanê li Yemenê binpêkirina aşkira ya mafên mirovan da zanîn û ji NY, saziyên çalak li warê mafên mirovan, Saziya Hevkariya Îslamî, yekîtiya Ereban û saziyên din ên çalak li warê mafên mirovan xwest ku pêşî ji dewama destdirêjiya ser Yemenê bigirin.

Li dewama vê daxûyanîyê, dewama êrîşên destdirêjkerên siûdî û êrîşa ser xelkê bêguneh ê Yemenê nîşana bêsozya siûdî li hemberî rêzik û qanûnên navneteweyî hatine zanîn û radigihîne ku dewama van cinayetên hovane piştî derbasbûna sê salan ku di encamê da bi dehan hezar ke ji yemeniyan hatine kuştin an birîndar û aware bûne, nayê pejirandin.

Erebistanê bi piştgiirya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji 26ê Adara sala 2015an va êrîşên xwe yên li ser Yemenê dest pê kirin û hevdem welata ji aliyê erd û esmanê û deryayê va dorpêç kirin

Ji ber van êrîşan heta niha bi dehan hezar kes ji xelkêî Yemenê hatine kuştin û birîndar bûne û bi miliyonan kesî ji gelê vî welatî jî aware û bêşûnûwar mane.

Başa dön tuşu