ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Navînrêtî û dadmendî ji pêşketin û geşatiya Îran û Înqilaba Îslamî re pêwîst e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî got: Ji bo pêşketin û geşatiya Îranê û Înqilaba Îslanmî re ti riyek xencî navînrêtî û dadmendiyê tine.

Li gorî rapora IRNA`yê serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro li civîna Konseya Birêvebriyê ya parêzgeha Qezvînê dijberiya xwe li hemberî zêdegavî û kêmgaviyê ragihand û got: Li siyasetê û li bîr û raman û dîtina ber bi xwe û derve divê navînrêtî û îtidal ji bîr nebe. Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha anî ziman ku li rûniştina heftî û yekan a Rûniştina Civaka Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) piraniya gotûbêjan ser şêwaz û çawaniya xibitandina sermayê li Îranê û şêwaza derbaskirina teknolojiyê nav Îranê bû.  wî li vê çarçovê de got:Li vê dewra rûniştina NY piraniya welatan rexne li Amerîkayê girtin ku çima soz û peymanên xwe li gor Lihevkirina Navokî derheq Îranê cih neanîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê duh berêvarê jî li Civîna Xebitandina Sermayê û Geşepêdana Parêzgeha Qezvînê bi sekinîna ser vê yekê ku ti welatek bi tecrîdê û nebûna nav civata welatên cîhanê nikare bigihêje wê cih û şûna xwe ya hêja li pêşketin û geşatiyê. Li vê çarçovê de Ruhanî got: Pêngava herî girîng ya ku  dewleta wî li sê salên bihûrî rakiriye, pêkanîna aramî û asayêşê li atmosfera civakî, siyasî, aborî û pêwendiya bi welatên cîhanê bûye.

Ruhanî herwiha anî ziman ku gişt xebat û hewldana dewleta 11`an a Îranê ji bo ji holê rakirina astengiyên ser riya xebitandina sermayê li Îranê û ji bo baştirkirina rewşa aborî ya welêt bûye. Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewama vê axivtina xwe de got:Baştirkirin û qahêmkirina pêwendiyan tev welatên cîhanê derfeteke dîrokî ye û ji babeta aborî û zanistî jî eva meseleke pir girîng e.   (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu