BehreynNûçeRojhilatanavin

60 hêzên taybet ên îsraîlî derbasî nav Behreynê bûn

60 hêzên taybet ên Rejîma Siyonîstî, roja înê derbasî balefirgeha navneteweyî ya Menamê, paytexta Behreynê bûn.

  Li gorî  rapora IRNA`yê û ji zarê malpera nûçan a Panaroma El-Şerq El-Ewset hêzên taybet ên Rejîma siyonîstî bi balefireke hêla hewayî ya Qeterê rasterast ji Telavîvê derbasî nav Menamê bûn.

Li gorî vê raporê, hêzên taybet ên Rejîma Siyonîstî tev xwesindûqên  mezin  rakiribpn ku muhtemel e kelûmelên taybet  li gorî erkdariya wan li Behreynê ye.

ءalpera nûçan a Panaroma El-Şerq  El-Ewset bal kişand ser vê yekê ku hêzên ewlehiyê yn Behreynê ji hêzên  taybet ên  Rejîma Siyonîstî li balefirgeha  Menamê pêşewazî kirin, ragihand hêzên vê rejîmê bi trimbêlên wezareta karên  derve ya Behreynê hatineguhestin bo ciheke nediyar.

Hêzên ewlehiyê yên Behreaynê li balefirgeha  Menamê bi awayekî berfireh  amade bûn û nehiştin rêwî ji siyonîstan  wêne û fîlmê bigrin.

Tesahî Hengebî wezîrê karûbarên  hevkariyên  navçeyî li kabîna  Rejîma Siyonîstî  diyar kiriye Îsraîl û hikûmeta Behreynê peywendiyên nêzîk hene bi curekê ku hêzên ewlehiyê yên  Alê Xelîfe ew demek e dewrên pêşketî yên ewlehiyê û serkutkirinê li Îsraîlê hîn dibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu