IraqNûçeRojhilatanavin

60 kurdên Êzdî yên dîlê DAIŞê vegeriyan Şengalê

60 kes ji Kurdên êzdî piştî azadbûna ji destê DAIŞê li Sûriyê vegeriyan Şengalê.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Saziya ragihandina di warê şêrr de ya Iraqê ragihand ku 60 Kurdên êzdî ku ji aliyê koma tekfîrî û têrorîst a DAIŞê ve hatiobûn dîlgirtin û bo Sûriyê hatibûn veguehstin, bi hevahengiyên pêkhatî digel rêvebiriyên xweser ên Kurdnişîn ên Sûriyê vegeriyane Iraqê.

Li gorî vê raporê, ev kes li nav kampên taybet li deverên Kurdnişîn ên Sûriyê hatine bicihkirin û piştî lêkolînên pêwîst û piştrastbûna nasnameya wan bo Şengalê û cem malbatên xwe hatine veguhestin.

DAIŞê sala 2014an piştî êrîşa ser Şengalê bi awayekî berfireh dest bi tevkujiya Kurdên êzdî kir û zêde ji 6 hezar kes ji wan revand.

Heta niha gellek ji van kesan piştî têkçûna DAIŞê li Iraq û Sûriyê hatine azadkirin, lê hema wisa tu agahiyek li er çarenivîsa 2 hezar û 940 kesên wan li ber dest nîne.

Başa dön tuşu