ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna meşqa Peyamberê Eizem-11 li çola navendî ya Îranê

Meşqa hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê îro ser navê Peyamberê Eizem-11 bi durişma “ nîşandayîna iqtidar û ewlehîya mayinde“ û bi remza “ ya resûlelah“ li çola navendî ya Îranê destpê bû.

Di qonaxa yekem a manovra Peyamberê Eizem-11`ê de bi rokêtên pêşketî û hişmend ên curbicur êrişî baregehên dijminên kifşkirî hat kirinê.

Tetbîqata ewlehî-berevanîyê ya Peyamberê Eizem-11 a hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê yê li çola navendî ya Îranê û rojhilata welêt heta roja çarşemê bidome û di encamê da yekîneyên bijartî yên vê hêzê yê serdestîya xwe ya li warên lêzanîn û amadebûnên berevanîyê yên giştalî jibo sekinîna li hemberî gefên dijminan ên kifşkirî nîşan bidin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê di 31`ê Tebaxa sala 2016`an da li koma wezîr, berpirs, lêkoler û pisporên Wezareta Berevanîyê ya Îranê, jordabirina asta şîyana berevanî û êrişkirinê, mafê rewa yê Komara Islamî ya Îranê zanî.

Hêzên çekdar ên Îranê li gorî xişteya karî tetbîqatên curbicur di destûrkara xwe da hene û peyama van cure meşqana jî “ aştî û dostî jibo welatên navçê û hişyarkirina dijminên Îrana islamî“ ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu