NûçeRojhilatanavinSûriye

600`sivîl li Dêre Zorê hat rizgarkirin

Hat ragihandin ku Piştî vekirina rêyeke ewle ji aliyê HSD, hejmarek ji niştecihên Hecîn û gundên wê gihaştin herêmên rizgarkirî.

Şerê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî Rêxistina DAÎŞê li navçeya Hecînê berdewam e, destnîşan hat kirin ku ji destpêkirina pêngavê ve hejmareke mezin ji sivîlan xwe gandine navçeyên di bin kontrola Şervanan de, duh piştî ku Şervanan rêyeke ewle vekir zêdetirî 600 sivîl bi erebeyên ku Şervanan hazir kiribûn gihîştin herêmên QSD`ê.

Endamê Meclisên Herêmî di Meclisa Sivîl a Dêrazorê de Mihemed Silêman Osman diyar kir ku piştî ku koçber gihiştin herêmên di bin kontrola hêzên QSD`ê ku 600 kesin, ji şêniyên El-Sûsê, El-Şeafê û Baxoz Foqanî ne, Meclîsê alikarî û pêdivî pêşkêşî wan kirin û dê bişînin kampa Hol.

Hêjayî gotinê ye ku QSD`ê heta niha bi hezaran sivîlên ku çeteyan ji xwe re wek mertalên sivîl bi kar dihanîn rizgar kirine. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, heta niha 2 hezar û 200 kes hatine rizgarkirin û 700 sivîl di roja sêşema çûyî de û 600 koçber duh hatin rizgarkirin.

Başa dön tuşu