CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

7 serçeteyên Boko Heramê li Nîciryayê hatin kuştin

Artêşa Nîciryayê ragihand ku herî kêm 7 kes ji serçeteyên koma têrorîst a Boko Heramê di operasiyona hêzên çend miliyetî û Nîciryayê li navçeya Gola Çadê de hatin kuştin.

Artêşa Nîciryayê roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêza çend miliyetî û artêşa vî welatî bi operasiyoneke hevpar bi topxane û êrîşên esmanî, veşartgeha Boko Heramê li bajarê Tombûsê li navçeya Gola Çadê dane ber bombeyan û di encamê da 7 serçeteyên Boko Heramê li Nîciryayê hatin kuştin.

Koma têrorîst a Boko Heramê sala 2009an bi armanca bicihbûna li bakurê Nîciryayê çek rakir û êrîşên xwe li ser Nîcir, Çad û Bakurê Kamêronê berfireh kirin.

Başa dön tuşu