CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zivirîna Amerîka bi serdema Sedsalên Navîn bi siyaseta qedexetiya vîzaya vî welatî ji bo îraniyan

Berdevkê Komîsiyona Ewlehiya Netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê ragihand , eva ku serokkomarê Amerîkayê derxistina qedexetiya dayîna vîzayê ji bo gelê Îranê pejirand, ev welata carek din ziviriye serdema Sedsalên Navîn û dewrana nijadperêziya etnîkî û mezhebî.

Donald Trump serokkomarê Amerîkayê şeva îniyê fermana danîna berbendan ji bo penaber û muhacirên welatên islamî yên wekî Îran, Iraq, Sûdan, Sûmalî, Lîbî, Sûriye û Yemenê îmza kir.

Husên Neqevî Husêynî berdevkê Komîsiyona Ewlehiya Netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê li vê barê got: Ev karê serokkomarê Amerîkayê dijî dirûşmên vî welatî yên pêbendiya Amerîkayê bi demokrasî, azadî û hatûçûna di navbera welatan e.

Neqevî Husêynî ragihand eva ku serokkomarê Amerîkayê fermana qedexetiya vîzayê ji bo welatiyên welatên islamî îmza kir nîşana eşkera ya nijadperêziya li vî welatî ye.

Berdevkê Komîsiyona Ewlehiya Netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê bal kişande ser viya ku pêwîst e nûnerên kongera Amerîkayê bona cihanîna vê pêşniyarê dengên xwe bidine vê pêşniyara Trump, got: Ev siyaseta dijî misilmanan nîşana tirsandina xelkê vî welatî ji dînê islamê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu