IraqNûçeRojhilatanavin

7 xwekuj û 11 nîşangîrên qanasê hatin kuştin

Li gorî çavkaniyên herêmî li Mûsilê tenê 5 tax di destê DAIŞê de mane û her dor li milîtanan teng dibe şer û pevçûnên dijwar di navbera wan û hêzên ewlehî yên Iraqê de diqewime.

Li aliyê rojavayê bajarê Mûsilê şer di navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê û terorîstên DAIŞê de bi giranî didome. Di şer û pevçûnan de 18 milîtan û nîşangirên qenasê yên DAIŞê hatine kuştin. DAIŞê bi 11 otomobîlên bombekirî êrişên xwekujî pêk aniye û 7 xwekujên DAIŞê jî bi kemberên bombekirî xwe teqandine.

Hat ragihandin ku şer û pevçûnên dijwar rû didin. Ji 11 otomobîlên bombekirî ku DAIŞê bi wan êrişî hêlên pêş ên şer û hêzên iraqî kir, 5 otomobîl bi leşkerên iraqî ve hatin teqandin û 6 otomobîl jî berî gihîştina bi cihê mebest, ji aliyê leşkerên Iraqê ve hatin îmhakirin. Derbarê encama zirarên wan êrişên xwekujî yên DAIŞê de tu agahî nehatiye wergirtin.

Fermandarê meydanî yên Artêşa Iraqê ragihand ku li taxên Zencelî, Sihe ya Yek û Bab Sincarê 14 çekdarên DAIŞê û 4 qenasên wê rêxistinê hatine kuştin û 2 çekdar jî hatine desteserkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu