AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Cehangîrî: Pêvajoya tevgera aboriya Îranê erênî ye

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a xwendekarên îranê nasyar bi ISNA`yê, cîgirê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê, Ishaq Cehangîrî berêvariya sêşemiyê, 31`ê Gulana 2016`an, li merasima rûvekirin û nasandina destkeftên teze yên lêkolînî (cûreyên teze yên çandinî û baxdariyê) li şaristana Mahdeşta parêzgeha Elborzê li rojavaya Têhranê got: Xweşbextane pêvajoya tevgera abora Îranê pêvajoyeke herî erênî, ber bi pêşketinê û bi pêşerojeke dilniya ye.

Cehangîrî amaje bi ragihandina bername û erkên saziyên cihêner ji bo serê xwe girtina abora berxwedanê kir û got: Mijarin sereke ji bo saziyên cihêner li vê salê hatine diyarkirin û yek ji beşên ku çaverêtî heye îsal bikare li warê abora berxwedanê geş bibe, beşa cotkariyê ye.

Cîgirê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê her viha got: Yek ji bûyerên herî girîng ku divê ji bo serêxwegirtina abora berxwedanê li beşên cûrbicûr da biqewime, danîna bernameyan li ser esasa zanistê ye û ev mijara bi palpiştiya lêkolîner, xwedanbîr û hêzên zanîngehan pêk tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu