NûçeRojhilatanavinSûriye

9 kesên sivîl li êrişa balafirên cengî yên Amerîkayê ser Dêrezorê hatin kuştin

Balafirên bombeavêj ên amerîkî sibeha îniyê du caran bombe barandine ser dorhêla rojhilat ya parêzgeha Dêrezora Sûriyê ku di encama vê êrişê de herîkêm 9 kesên sivîl ji wan hejmarek jin û zarok hatine kuştinê.

Li gorî rapora kanala nûçeyan a SKY News a Erebî, balafirên cengê yên amerîkî, bajarê El Meyadînê ku ketiye dorhêla rojhilat a parêzgeha Dêrezorê dan ber bombeyan.

Li êrişa yekemîn a balafirên cengê yên Amerîkayê, mêrek, du jin û zarokeka ber bi şîr hatin kuştinê û di encama êrişa duyemîn jî ku bazara bajarê El Meyadînê kete ber êrişa, jinek ligel du zarokên xwe û herwiha du zarokên din hatin kuştinê.

Li gorî rapora koma Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê, di mideha du rojên buhurî de, di encama êrişên balafirên cengî yên amerîkî ser bajarê El Meyadînê de, herîkêm 50 kesên sivîl hatine kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu