FilistînNûçeRojhilatanavin

90 hezar kes bo nimêja eydê çûn Mescida Eqsayê

Filistînî li Qudsê ji bo nimêja eydê çûn Mescida Eqsayê.

Filistînî ji bo herin Mescida Eqsaya li Qudsa Rojhilat ber destê sibêhê zû bi rê ketin.

Bi deh hezaran kesî tîlaweta Qur’ana Pîroz guhdar kir û bi tekbîra teşrîkê heta nimêja eydê li Mescida Eqsayê man. Piştî nimêjê eyda hev pîroz kirin û wêne kişandin.

Bi sedan penaberên ji Afrîkayê jî yên li Tel Avîvê dimînin ji bo nimêja eydê hatin Mescida Eqsayê.

Firas Ed-Dibsê berpirsiyarê Departmana Çapemeniyê ya Midûriyeta Weqfan ya li Qudsê destnîşan ji 90 hezarî zêdetir kes ji bo nimêjê hatin Mescida Eqsayê.

Wek mayîn 2 ciwanên rûpêçayî posterê Ebasê Serokê Dewleta Filistînê bi Mescida Eqsayê va kirin. Bi hezaran kesî midaxele kir, wêneyê Ebas çirandin û dirûşmên “Ebas xayîn e” berze kirin. (bangê îslâmi)

Başa dön tuşu