NûçeRojhilatanavinSûriye

900 dîlên Fûe û Keferyayî ji destê têrorîstan hatin azadkirinê

Tevî astengîderxistina komên têrorîst û dîlgirtinan 900 kes ji rûniştiyên Fûe û Keferyayê, berbanga îro Îniyê ev kes hatin azadkirin û bo Helebê hatin veguhestin.

Li gorî lihevkirina navbera dewleta Sûriyê û têrorîstan, biryar bû ku rûniştiyên bajarokên şîenişîn ên Fûde û Keferyayê li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê ku hejmara wan digihîşte 7 hezar kesî, ji roja bihurî va anku ji Pêncşemiyê va bi 121 otobûsan ji van bajarokan hatin derxistin û ji riya derbasgeha El Îsê bo navenda mayîna demkî ya Ceberînê li rojhilata Heleba Sûriyê hatin veguhestin.

Pêvajoya cihanîna lihevkirina heta şeva bihurî hat domandin û nêzi9kî 6 hezar kes di sê qonaxan da ji Idlibê gihîştine navenda mayîna demkî ya Ceberînê.

Têrorîstan di dawîn qonaxa derketina otobûsan nêzikî 900 kes ji rûniştiyên van bajarokan li 21 otobûsan dîl girtin û îzna herikînê nedane wan.

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku hegera dîlgirtina van kesan, nakokiyên navbera têrorîstan bûye.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA Newsê, beyaniya îro Îniyê bi raporekê ragihand: Dawîn koma otobûsên hilgirê rûniştiyên Fûe û Keferyayê gihîştine navçeya Ceberîna Helebê.

Bi gihîştina van otobûsan, Operasiyona veguhestina rûniştiyên Fûe û Keferyayê ji Idlibê bi tam bi dawî hat.

Di rastiyê da ji destpêka operasiyona veguehstinê di roja bihurî da heta berbanga îro, 121 otobûs gihîştine Helebê û derdora heft hezar ke sji Fûe û Keferyayê hatin veguhestin û êdî tu kesek li nav van bajarokan nemaye.

Bedêla veguhestina van kesan dewleta Sûriyê jî hejamreka têrorîstên girtî ji bo veguehstina bo Idlibê azad kirin, lê hejamreka wan nepejirandin ku biçin Idlibê û vebijartin ku li navçeyên bin kontrola dewleta Sûriyê bimînin.

Başa dön tuşu