IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

900 terorîstên DAIŞ`î tên mehkemekirin

Çavkaniyeke dadweriyê li Iraqê derbarê mehkemekirina 900 terorîstên DAIŞ`î de ku vê dawiyê radestî vî welatî hatine kirin, agahî da.

 Li gorî rapora France Press`ê, Dadgeha hilkolandina sûçên terorîstî, dosiyên jêpirsiyê yên bi sedan terorîstên DAIŞ`ê ku vê dawiyê derbasî welêt bûne wergirtine û kivşkirina  dema mehkemekirina wan destpê kiriye.

  Li gorî vê raporê, ew terorîstên DAIŞ`ê piştî serdestiya Hêzên Sûriya Demokratîk ( HSD) ser navça Baxozê dawîn meqera koma terorîstî ya DAIŞ`ê li rojhilata Sûriyê radestî Iraqê hatine kirin.

 Teşkîlata Dadwriyê ya Iraqê heya niha  bo ji  sedan terorîstên DAIŞ`î cizaya îdam biriye. 

 Teşkîlata  Dadweriyê ya Iraqê her wiha biryar e 12 welatiyên firansî ku li Sûriyê hatine girtin, mehkeme bike.

 Pêştir Hêzên Sûriya Demokratîk( HSD) li bara hevhatina bi Bexdayê re bona vegerandina nêzîkî 31 hezar iraqiyan ji wan malbatên DAIŞê ji kampên  bakurê rojhilata  Sûriyê bo Iraqê agahî da.

 Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê roja îniyê got: Artêşa Iraqê nêzîkî 200 kes ji endamên  koma terorîstî ya DAIŞ`ê ji kurdan wergirtine.

Başa dön tuşu