LubnanNûçeRojhilatanavinYemen

Nesrullah Aşûraya îsal wek Roja Hevgirtina tev Gelê Yemenê ragihand

Sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê Aşûraya îsal wek roja hevgirtin û hevderdiya digel xelkê û komîteyên gelanî yên Yemenê ragihand.

Sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê Aşûraya îsal wek roja hevgirtin û hevderdiya digel xelkê û komîteyên gelanî yên Yemenê ragihand.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara îslamî nasyar bi IRNA`yê, seyd Hesen Nesrullah sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê êvara duşemiyê, 10`ê Cotmeha 2016`an, li merasimekê bi boneya nehemîn şeva meha Muheremê (Şeva Tasûayê) li Bêyrûta paytexta Libnanê got: Îsal di roja Aşûrayê da em ê ala Yemenê li kêleka alên şînê bilind bikin û em ê bi nîşana piştgiriya ji gelê bindest û mezlûm ê Yemenê û ji bo ragihandinan hevgirtina xwe digel wan dirûşmeyan bilind bikin.

Seyd Hesen Nesrullah ji umeta erebî û îslamî jî xwest ku hevgirtina xwe tev gelê bindest û mezlûm ê Yemenê ragihînin.

Sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê bi bîr xist: Kuştina welatiyên sivîl û bêguneh ên yemenî li Senayê cîhan hejand û heta kesên ku hertim li hemberî van cinayetan bêdeng û sersar diman anîne deng.

Firokeyên şêrr ên hevpeymaniya destdirêjker a bi serkirdayetiya rêjîma siûdî li cinayeta xwe ya herî teze, berêvariya şemiyê sê caran merasimeke şîngêriyê ku li hola mezin a başûrê Senayê hatibû birêxistin dane ber bomban ku di encamê da bi sedan welatiyên yemenî hatin kuştin an birîbdar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu