Gotinên rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li hevdîtina tev bijare û jêhatîyên zanistê
Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê îro li hevdîtina tev bijare û jêhatîyên warê zanistê bal kişand ser mijara `cîhanîbûnê` û temîyên amerîkî û ewropîyan bo Îranê li warê tevlîbûna nav Malbata Cîhanî û got: Neyarîya li hemberî tevlîbûna nav tişta ku welatên rojavayî ` civaka cîhanî` bi nav dikin bi wateya neyarîya li hemberî têkilîyên bi derve ra nîne belkî bi wateya berxwedana li hemberî çanda sepandî ya zilhêzan ser abor, sîyaset û ewlehîya welêt e.
Wî li dewama xeberdana xwe bal kişand ser daxûyanîya vê dawîyê ya YE`yê ku têda behsa imkan û potansîleyên berfire yên Îranê hatîye kirinê û got: Axavtina li bara imkanên pêşketinê û çavkanîyên insanî û xwezayî yên Îranê gef û gurr nîne belkî rastîyek e ku welatên rojavayî li bara wan li xwe mukur tên. Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî pêkutî kir ku amerîkî bêguman yê li hemberî “ îraneke bi potansîyelên bi vî rengî yên pêşketinê û hikûmeta islamî“ bisekinin.
Gelê Îranê bi saya tecrubê tê giheştîye ku beşeke girîng a paşdamayînên wî li warên zanist û aborîyê mideha zêde ji 50 salên buhurî da, encama destwerdan û zêdexwazîyên Amerîkayê ye. Amerîkayê bi heceta dilgiranîya ji ber bernama navokî ya Îranê boykotên giran ser Îranê da sepandin û bicaran gefa êrişa ser Îranê li Têhranê xwar. Amerîka bi salan bû ku xwewna tewandina gelê Îranê di serê xwe da digerand lê roja îro dizane ku bi boykot û gefa leşkerî nikare gelê Îranê bixe bin destê xwe. Helbet eva bi wateya kînajotinê nîne. Dewleta Amerîkayê bi hecetên curbicur li dijî Îranê, kiryarên bikîn kirine û ev dijminatîya bûye birîneke kevin.
Amerîkayê bijareyên curbicur li hemberî Îranê xistine rojevê ku bandor û nifûza çandî, bandordanîna ser hereket û pêşketina li warê zanistê û astengîderxistina ser rêka pêşketina aborîya Îranê ji wan bijareyan in.
Evê pêvajoya li gorî planê, peyamên zelal hene ku ya herîberbiçav, pêwîstîya naskirina tam li warê dijminasîyê da ye. Li gorî vê agahîya dîrokî, gelê Îranê dewleta Amerîkayê, dewleteke nebawerkirî nas dike û dizane. Li gorî nêrîna gelê Îranê, kiryarên Amerîkayê pîvanek jibo naskrina pênaseya zorbêjîyê ya rayedarên Amerîkayê ne. Helbet divê meriv reftara dûrî exlaq û meinewîyetê ya rayedarên amerîkî jî li vê yekê zêde bike. Xeysetên dûrî exlaq û meinewîyetê li Amerîkayê tenê derveyî sînorên vî welatî nagirin ber xwe. Rikeberîyên hilbijartinên serokomarîya vî welatî û mijarên ku her du berbijar hilêdixin, mînakên berbiçav ên nebûna meinewîyet û îmanê li cem xwedîyê desthilatê li Amerîkayê ne.
Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî herwiha bibîr xist, di hefteyên pêşda yek ji du berbijarên niha yên hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê yê bibe serokomarê/a welatekî ku xwedîyê desthilat, hêz, heyîtî û sîlehên herîzêde yên atomî û mêdyayên herîmezin ên cehanê ye. Renge hin kes xeyal bikin ku ev reftarên Amerîkayê yê rojekê bi dawî bên lê, tu nîşanek tineye ku bide xûyakirinê ku Amerîka bi reftarên serdestîxwazîyê nîne.
Wisa ku rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê bibîr xist, pirsgirêk û kêşeyên roja îro yên civaka mirovantîyê û asêbûna hizrên madî, cehan hewcedarê gotineke nû li bara meseleyên beşerî û navnetewî kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)