Fuad Mesûm: Dê terorîst berdîla êrişa ser Samerayê bidin
Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê roja yekşemiyê û li berteka li hember êrişa treorîstî ya Samerayê got: Bila terorîst bizanin ku dê tawana ev kiryara xwe bidin.
Li gorî rapora malpera nûçan a El-Sumeriye Newsa Iraqê Fuad Mesûm got: Dê bersiva van kiryarên terorîstî were dayîn û sebebkarên vê êrişê dê bi zûtirkê werin girtin û qisaskirin. Wî her wiha ji teşkîlata dadweriyê xwest ku pêngavên pêdivî û destxwe jibo jiholêrakirina tam a komên terorîstî ku li kemîna xelkê û ziyaretkirên bêguneh de ne bi kar bîne û rê nede ku êrişên wiha cardin biqewimin.
Serokkomarê Iraqê li dawiyê bi malbatên goriyên vê êrişa treorîstî hevderdî kir û tekez kir ku sebebkarên êrişên wisa ne xwediyê erzişên însanî û exlaqî ne. Vê sibê du kesên întiharî bi teqîna xwe li nêzîkî otbûsên karwanên ziyaretî yên Îranê nav parkînga Îmameynê Eskereyn (s) li Samerayê 7 ziyaretkirên îranî şehîd kirin û 61 kes jî birîndar kirin. Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê pêştir gotibûn ku bûyera teqîna trimbêla bombekirî nav parkînga Îmameynê Eskeryn(s) li 1000 mêtriya tirbên pqaij bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)