AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Têkiliyên Îran û Çînê di aboriyê de her diçe xurt dibin

Merasima hevkariya aborî bi peymanekî di navbera rêvebirê giştî yê pêşdebirina sanayî û nûhkirinê yê Îranê Mensûr Mûazaamî û serokê oda bazirganiyê ya Çînê Wang Yang de li Tehranê hat îmzekirin.

Mûazzamî di vê merasimê de ragihand ku têkiliyên Çîn û Îranê giringiyeka wan ya stratejîk heye û weha dewam kir:

“Potansiyeleka mezin ya kar di navbera her dû welatan de heye. Ji bo zêdetir bibe, pêwiste şîrketên Çînê rast rast li vê derê karxaneyan vekir. Ez dibêjim şîrketên ku li Îranê kar saz bikin, wê bêhtir biserbikevin.”

Serokê oda bazirganiyê ya navdewletî yê Çînê Wang Yang bi wezîrê petrolê yê Îranê re, bi Zengene re hevdîtinekî kir û got di sala 2016an de hecma karê navbera her du welatan ji %31 zêdetir bûye. Serokkomarên her dû dewletan ragihandibûn ku hecma bazirganiya navbera Tehran û Pekînê kirine hedef ku bigihê 600 mîlyar dolarî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu