Zêdebûna daxwaziyên jibo xebitandina sermayê li Îranê
Ji ber hebûna ewlehî û istiqrarê li Komara Îslamî ya Îranê, daxwaziyên sermayedanerên biyanî jibo xebata li Îranê zêde bûye.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Yehya Yûsifpûr fermandarê bajarê Mehmûdabadê bakurê Îranê roja pênşemiyê li hevdîtina taxima 8 kesî ya sermayedanerên çînî li vî bajarî got: Rewşa xebitandina sermayê li Îranê piştî rakirina boykotan baştir bûye û ji hebûna ewlehiyê welatên curbicur dixwezin sermaya xwe li Îranê bixebitînin.
Yûsifpûr bal kişand ser vê yekê ku hejmareke zêde ji welatên cîhanê jibo xebitandina sermayê li Îranê bitaybet parzêgeha Mazeendranê amadetiya xwe ragihandine û got : Bajar Mehmûdavayê zirûfên baş mîna derya , daristan, erdên bi xêr û ber li warê geştyriyê, pêşe û pêşeyên cotkariyê jibo xebitandina sermayê heye ku dikare derfeteke baş jibo xebitandina sermayê be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)