IraqNûçeRojhilatanavin
Wezîrê ewlekariyê yê Îranê got: Tevgerên dijî ewlehiyê û têrorîstî dê nekarin ku kiryarên têrorîstî li Îranê pêk bînin. Seyd Mehmûd Elewî wezîrê ewlekariyê yê Îranê roja pêncşemiyê dema seredana sînorê Şelemçeyê li başûrê rojavaya Îranê li koma nûçegihanan herviha got: Tevî hewildana dijminên cîhanî û navçeyî heta niha ti kesên dijî ewlehiyê nekarîne têkevin Komara Islamî ya Îranê. Wezîrê ewlekariyê yê Îranê tevî pêgiriya li ser serdestiya hêzên ewlehiyê yên Îranê li navçeyê û dabînkirina ewlehiya ziyaretkirên pişkdarê merasima çilê Îmam Hisên (S) got: Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê li warê hêsankirina meşa ziyaretkirên Erbeînê hevkariyeke baş digel hev hebûne da ku ziyaretkirên Erbeînê bêyî kişandina zehmetiyan ziyareta xwe pêk bînin.
Hadî Amirî ragihand ku roja pêncşemiyê yê firokexaneya Til Eferê û gundên derdora wî ji bin kontrola têrorîstên DAIŞ`ê bê derxistin.
Di vî warî da Yûsêf El Kelabî berdevkê hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê anku Heşdi Şeibî jî destnîşan kir: Firokexaneya Til Eferê armanceke stratijîk li opêrasiyona bereya rojavayiya Mûsilê tê hesêb û serdestiya li ser wê, destpêka têkçûna DAIŞ`ê li Til Eferê ye.
Berdevkê Heşdi Şeibiyê pêştir ragihandibû ku firokexaneya Til Eferê ji hêla leşkerî va hatiye azadkirin; Çimku di bin gullebaran hêzên gelanî da ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)