Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê Erbeîna Huseynî meydana nimandina yekitî û berxwedana misilmanên cîhanê ji wan şîe û sune li hember dijminên Îslamê da zanîn

Ayetullah Muhemed Îmamî Kaşanî Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê bal kişand ser hewldana îstikbarê û siyonîzma cîhanî jibo pêkanîna bêtifaqiyê navbera umeta Îslamê û tekez kir: Hizûra milyonî ya misilmanan ji mezhebên curbicur ên Îslamî li mersima Çilema îmam Hisên (S) nîşana viyana wan jibo berxwedana li hember hemî komployên li dijî Îslamî ye.
Ayetullah Muhemed Îmamî Kaşanî Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê bal kişand ser vê yekê ku nirxên Îslamî li çola Kerbelayê serê xwe girtin û destnîşan kir: “Mezinahî û şan û şerefa Erbeînê qaweta îstikbarê sist kiriye“.
Ayetullah Kaşanî got: Cîhana Îslamê divê bi besîret û naskirina hûr û kûr a komployên Emerîka û Rejîam Siyonîstî nehêle ku bernamên wan yên li dijî welatên navçê cih werin.
Ayetukllah Muhemed Îmamî Kaşanî her wiha fukara xwe li bara dewama xwînrrijandinê li hin welatên navçê ji wan Sûriye, Yemen, Irarq û Efxansitanê da xûyanê û got: Emerîka û welatên alîgirê terorîzmê li bara kuştin û birîndarkirina xelkê bêguneh ên navçê divê berpirsiyar bin.
Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê got: “Emerîka û hevpeymanên wê li halekê Îranê bi piştgiriya ji terorîzmê tawanbar dikin ku îrorojê bixwe xerca grûpên treorîstî ji wan DAIŞ`ê dabîn dikin û endamên vê komê perwerde dikin“.
Ayetullah Muhemed Îmamî Kaşanî li bara hilbijartinên serokkomariya Emerîkayê jî got: “Encama vê hilbijartinê jibo Komara Îslamî ya Îranê ne giring e ji ber ku tu bandorek ser çareserkirina qeyranên cîhanî û pirsgirêkên xelkê Emerîkayê tine“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)