Behram Qasimî hevderdiya Îranê bi dewlet û netewê Hindustanê diyar kir
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê hevderdiya Îranê ji ber qezaya ji rêderketina trenê û mirina gelek ji rêwiyên wê tirenê hevderdiya dewlet û netewê Îranê tev dewlet û netewê Hindustanê diyar kir.
Li gor ragihandina malpera wezareta derve ya Îranê berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî ji ber qezaya ji rêderketina trenê û mirin û birîndarbûna bi sedan kesan ji ber vê bûyerê hevderdiya dewlet û netewê Îranê tev dewlet û netewê Hindustanê diyar kir û ji wan û malbatên goriyan re sersaxî xwest û bona birîndaran jî daxwaza selametî û tendirustiya zûtir kir.
Îro serê sibehê Treneke Hindustanê li nêzîkiya bajarê Kanporê li eyaleta Otarperadêşê ji ser rêlê derket ku heya niha 91 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûne. Berpirsên nexweşxanê li eyaleta Otarperadêşê jî ragihandine ku rewşa tendirustiya 60 kesan xedar e û muhtemel e ku hejmara miriyan ji ber vê bûyerê zêde bibe.
Li rojê de zêde ji 20 milyon kes li Hindustanê ji riya trenan tên veguhestin û bîlançoyên fermî eyan dike ku li sala 2014 bi tenê 25 hezar kes ji ber qezayên trenan li vî welatî de jiyana xwe ji dest dane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)