Larîcanî: Hatiye selimandin ku Îran ser rêketinnama navokî disekine
Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li civîna eşkere ya roja sêşemiyê ya meclisê da zanînê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û rêveberê wê 13 caran eşkere ragihandiye ku Îran ser rêketinnama navokî sekiniye.
Larîcanî destnîşan kir piştî rêketinnama navokî cida ji çend aliyên dijber û hin liv û tevegrên navxweyî yên Emerîkayê piraniya dewletan û gelan bi nihlrîneke erênî jibo hevkariyên berfireh tev Îranê hogiriya xwe nîşan dane.
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Îranê bi kiryara xwe ya mîna wan dê Emerîkayê bîne ser riya rast û tekez kir belge nîşan didin ku Îranê pêsiparteyên xwe li rêketinnama navokî cih aniye.
Meclisa nunerên Emerîkayê piştî serketina Trump li hilbijartinên serokkomriya vî welatî li kiryareke bi dijminatî qanûna boykota Îranê heya 10 salên din jî berdewam kir û her wiha planeke din jibo girtina pêşiya firotina balefiran bo Îranê da pejirandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)