Serleşkir Ceferî: Inqilaba Îslamî li rawestana li ber gefan bi ser ketiye
Fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê got ku Inqilaba Îslamî li hemî warên rawestana li ber gefên eskerî, ewlehî û siyasî bi ser ketiye.
li gorî rapora IRNA`yê, serdar serleşkerê pasdar Muhemed Elî Ceferî fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê roja pênşemiyê li mehrîcana Malik Eşterê li Têhranê got ku Inqilaba Îslamî ya Îranê bi îzet, zindî û çalak e û ber bi armancên pilind ve diçe.
Serdar serleşkir Pasdar Muhemed Elî Ceferî bal kişand ser vê yekê ku bingeha Inqilaba Îslamî berevaniya ji misilmanan û mezlûman e û destnîşan kir ku Inqilaba Îslamî li Lubnan, Sûriye û yemenê li dû piştgiriya ji gelê mezlûm û li dijî zordariyê ye .
Serleşkir Ceferî destnîşan kir sipahê pasdaran li dû rawestana li ber hin gef û talûkan e ku gefê li inqilabê dixwen û roleke kêrhatî û biçarenivîs li rawestana li ber gefan heye.
Wî her wiha da zanînê ku heya niha hemî gefên li dijî Inqilaba Îslamî bûne wek derfetekê ji wan encama şerê sepandî ya dijmin belavkirina armancên Inqilaba Îslamî bo navçê û derve bû.
Fermandê giştî yê sipahê her wiha li kêleka vê merasimê li gotûbêja tev nûçegihanan bal kişand ser vê yekê ku Îranê hizûra eskerî li operasyona azadkirina Mûsilê li Iraqê tine û got hêzên gelanî yên Iraqê ewqas bihêz in ku hevcedarê hêzên îranî nînin .
Serleşkir Muhemed Elî Ceferî tekez kir ku bereya berxwedanê li navçê heman bereya inqilaba Îslamî ye ji ber ku ciwanên inqilabî berevaniya ji inqilaba Îslamî berevaniya ji berxwedana Îslamî dizanin (BANGÊ ÎSLÂMİ).