Civîna navneteweyî ya bazara şîrketên îranî bi beşdariya berpirsên îranî û brîtanyayî li Londonê hat lidarxistin
Civîna navneteweyî ya yekrojî ya bazara şîrketên îranî duh ji aliyê du saziyên “Koma Parsiyana Hûşmend“ a Îranê û “Frantear Exchange“a Inglîzê bi beşdariya odeya bazirganî, pêşe, maden û cotkariya Têhranê û hevkariya wezareta ticareta navneteweyî ya Inglîzê hat lidarxistin.
Hesen Firûzan Ferd endamê taxima nunerên odeya bazirganî, pêşe, maden û cotkariyê yê Têharnê, Lîsa Vîdon endamê pilebilind ê wezareta ticareta navneteweyî ya Inglîzê û Cûliyan Lîn şêwirmendê Sindûqa Garantiya Derfirotina Brîtanyayê ji axêverên vê civîna yekrojî bûn.
Ev civîna bi armanca dabînkirina malî û xebitandina sermayê jibo projeyên geşatiyê yên Îranê hat lidarxistin.
Li vê civînê rakirina boykotên li dijî Îanê piştî rêketinnameya navokî û bandora wê ser hevkariyên ticarî tev Îranê hat hilkolandin.
“Huseyn Elawî“ ji birêveberên sereke yên vê civîna navneteweyî got: Sermayedanerên biyanî baş dizanin ku Îran xwediyê pêşeyên curbicur e û derfetên xebitandina sermayê li beşên nift, gaz, maden û teknolojiyê heye lê heya niha civînek ku bi awayekî taybet rewşê jibo propagendeya şîrketên Îranê pêk bîne nehatiye lidarxistin.
Biryar e îro sêşemiyê gotûbêjên çalakên aborî yên Îran û Brîtanyayê li Londonê were lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)