IraqNûçeRojhilatanavin

Îbrahîm Ceferî: Hêzên me sedî 70 yê axa me ji destê DAIŞ`ê paqij kirin

Wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku sedî 70 yê axa vî welatî hatiye azadkirin û got : Iraqê ji qonaxa krîzê derbasî qonaxa serketinê bûye û DAIŞê tu riyek xêncî revînê tine.

 Îbrahîm Ceferî wezîrê karên dreve yê Iraqê li axiftina xwe li civîna  gotûbêjên  deryaya Medîteranê li Romayê got: Iraq pêşengê rawestana li hember terorîzmê ye û ev şera şerekî cîhanî ye ku li Iraqê destpê nebûye û ticarî jî li Iraqê bi dawî nayê. Em ji ti welatekî daxwaza şandian hêzên eskerî nekiriye belkî eskerên  me yên wêra berevaniya Iraqê kirin. Me tenê daxwaza piştgiriya siyasî , medyayî û însanî kir.

Ceferî diyar kir: Bêtifaqiya  welatan li bara mesela terorîzmê bûye sedem gihêştian bo hevhatina li bara  hevkariay li dijî terorîzmê dijwar bibe. Hin kes  grûpên mîna Cebhet-Ul-Nusreyê li Sûriyê grûpek dizanin ku jibo azadiay xwe şêr dike lê vê grûpê peywendiya xwe tev El-Qaidê qut kir û hewl da bi guhertina  navê xwe raya giştî bixapîne lê ev grûp di koka xwe de hemî yek in  û siyaseta wan jî destdirêjiya ser mafên mirovan e.

Wezîrê karên derve yê Iraqê got: Iraqê îro karî li navçên curbicur serketinên zav bidest xîne. Wezareta karên derev ya Iarqê dîplomasiya arwestana li ber terorîzmê bi welaketa ji cîhanê bigre ber xwe û tekez dike ku Iraq an îslam berpirsê pêkhatina  DAIŞê nînin.

Wî tekez kir: Hêzên me sedî 70 yê axa me ji destê DAIŞ`ê paqij kirin. DAIŞê êdî tu derbasgeheke sînorî tine û asta  derbasbûna  terorîstên  biyanî nav vî welatî sedî 60 kêm bûye.

Ceferî tekez kir:  Ji dema ku  jibo operasyona Mûsilê me plan û bername darêştin me  qonaxa piştî azadiyê jî berçav girt. Bernama me sê mêhwerên wê hebûn ya yekê pêkanîna reşê jibo azadkirina Mûsilê, paşê derbasbûna nav şêr û operasyona  paqijkirinê û qonaxa dawiyê jî piştî azadkirina Mûsilê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu