AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Êmîlî Harton: Amerîka bi boykotkirina Îranê neghêjiye armancên xwe

Karzana ramangeha emerîkî ya Stratforê ser vê bawerê ye ku boykotên niftî yên Emerîkayê li dijî Îranê dê nebin sedema serêxwegirtina armancên Waşengtonê di vî warî de.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Êmîlî Hartonê li nivîsarekê li malpera ramangeha Startforê nivîsî: Boykotên Emerîkayê li dijî derfirotina nifta Îranê dikarin derbeyê li aboriya vî welatî xînin lê pir dûr e ku  aramncên  Waşengtonê li warê guherîna serederîya Têhranê serêxwe bigirin.

Hartonê bal kişand  ser gotinên heftiya buhurî yên John Bolton şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Koşka Sipî dreheq vê yekê ku Emerîka li dû neçarkirina  Îranê bi guherîna  reftarê û neguherîna pergala vî welatî ye û got: Sepandina her cure guherîneke rastîn, ji Waşengtonê re pirsgirêkek e.

Hartonê destnîşan kir: Eva ku gelo dewleta Emerîkayê dikare bi boykotan bighêje armanca xwe ya guherîna reftara Îranê yan na? Hela jî şik û guman li ser heye.

Trump serokkomarê Amerîka  heştê meha Gulana 2018` an  bi dubarekirina  tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana  boykotên  navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din raghand.

Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekitiya Ewrûpayê jî wek aliyên rêketinnama navokî destnîşan kirin ku piştgiriyê didine vê havhatina navneteweyî.

Başa dön tuşu