Serkirdeyên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji Mûsilê reviyan
Bingehên xwecî ji parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê ji revîna serkirdeyên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji wan Ebûbekir Bexdadî ji Mûsilê ber bi navçên sînorî yên vî welatî xeber dan.
Piştî işkestên zave grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li derûdora Mûsilê, Ebûbekir Bexdadî û birek din ji serkirdeyên vê grûpa terorîstî ji Mûsilê revîne û xwe li navça El-Beac li rojavaya Nêynewayê ku tev Sûriyê hevsînor e veşartine.
Piştî destpêbûna operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji aliyê artêşa Iraqê, hêzên gelanî yên vî welatî û hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê û işkestên zave vê grûpa terorîstî, serkirdeyên vê grûpê ji endamên xwe xwestibûn ku ji nav Mûsilê derkevin.
Necim El-Cebûrî qumandê operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê jî hema li vê barê bal kişande ser nekarayî û alozbûna rewşa van terorîstan bona şer kirina tev hêzên iraqî got: Bajarê Mûsilê hema îsal dê ji destê terorîstên DAIŞ`ê bê derxistin.
Operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji 17 Cotmeha îsal destpê bû û hema ji wê çaxê şûnda gelal ji bajarok, gund û navçên derûdora Mûsilê û pişka rojhilatî ya vî bajarî ji destê terorîstan hatiye derxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)