Cinayeta erkdarên sînorî yên Emerîkayê li dijî koçberan
Erkdarên sînorvaniya Emerîkayê li dijî koçberên ku navên wan tomar nebûye û ji sînorên vî welatî û Mekzîkê derbas dibin gelek cinayet kirine.
Li gorî rapora Press TV`yê, koma nasiyar bi “ Ne jibo kuştina zêdetir “ li Arîzonaya Emerîkayê, ragihand ajansa sînorî ya Emerîkayê bi bikaranîna çolê wek çek, plana kuştina û wendabûna bi dehan hezar koçberan cih aniye.
Li rapora vê komê hatiye ku erkdarên emerîkî koçberên ku navên wan tomar nebûye û bêyî belge ne dişopînin û bi karnaîna vê stratejiyê dibin sedema mirin, birîndarbûn an wendabûna pir kesan.
Li gorî vê raporê kiryara van erkdaran, çola başûrê rojava Emerîkayê kiriye wek goristaneke berfireh ji wendabûyiyan.
Koma nasiyar bi “ Ne bi kuştina zêdetir“ kiryara ajansa beşa sînorî ya Emerîkayê ku bûye sedema bêencambûna hewldanên mirovheziyê û duberekiya li bara kesên bêbelge şermezar kir.
Li rapora hanê hatiye mesela wendabûna bi hezaran kes ji xelkê li çola dûrketî ya sînorê Emerîka û Mekzîkê yek ji cinayetên mezin ên dîrokî li serdema me ye.
Li vê raporê herwiha hatiye ku ji deheka 1990`an heya niha bi dehan hezar kes ji xelkê li halê derbasbûna ji sînorê Mekzîkê bo Emerîkayê wenda bûne ku hezar û 200 kes ji wan yên sala 2015an in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)