Paşdevekişyana terorîstên DAIŞ`ê ji Palmîraya Sûriyê
Li pey êrişên giran ên artêşa Sûriyê û piştgiriya balefirên Rûsiyê tereorîstên DAIŞê ji bajarê Palmîraya Sûriyê paşde vekişyan.
Grûpa nasiyar bi Çavdêrê mafên Mirovan a Sûriyê ragihand endamên grûpa tekfîrî ya DAIŞ`ê li pey êrişên giran ên hewayî yên Rûsiyê neçar man ku nav ji Palmîrayê vekişin.
Ramî Ebdulreman serokê vê grûpê got: Li encama êrişên hewayî yên Rûsiyê hejmarek ji endamên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Piştî serketinên berdewam ên hêzên dewletî û artêşa Sûriyê li dijî terorîstan, endamên DAIŞ`ê ji pênşemiyê ve êrişa ser bajarê Palmîrayê li navenda vî welatî destpê kirin û şemiyê bi şev jî karîn li vê navçê hin pêşketinan bi dest bixin.
Artêşa Sûriyê şemiyê ragihand jibo girtina pêşiya terorîstên DAIŞ`ê hêzên xwe li vî bajarî xurt kiriye.
Êrişa DAIŞ`ê ser Palmîrayê li halekî ye artêşa Sûriyê bereberê azadkirina tam a bajarê Helebê li bakurê rojava vî welatî ye û heya niha sedî 93 a vî bajarî azad kiriye.
Piştgiriya Rûsiyê ji operasyona hêzên sûrî alîkariyeke zav kiriye bo azadkirina beşên giring li bajarê Helebê û cihên din ên Sûriyê (BANGÊ ÎSLÂMİ).