EfrîqaNûçe

Teqîna li Misrê û Şîna Giştî li vî welatî

Vê sibê li klîseya Ortodoksê qêbtî ya Sênt Markê li Qahirê teqînek qewimî ku li encama wê bi dehan kes hatin kuştin an birîndra bûn.

  Li gorî rapora çavkaniyên  xwecî jinekê centeya  xwe nav yek ji odeyên  vê klîseyê hişt ku piştî ku bixwe ji wir derket centeya hanê teqiya.

Li gorî vê raporê li encama  vê teqînê heya niha  25 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn.

Hîn tu grûpekê berpirsiyariya vê teqînê negirtiye istûyê xwe.

Eva duwem operasyona  terorîstî li çend rojên buhurî li Misrê ye.

Îna  buhurî jî 6 polîsên vî welatî li encama teqîna  li bajarê Cîzeyê li nêîzkî Qahirê hatine kuştin.

El-Sîsî serokkomarê Misrê teqîna treorîstî ya îro bi tundî şermezar kir û  sê rojan  Şîna Giştîî li vî welatî ragihand (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu