Esad: Ez pê bawerim ku dê suriyeyî vegerin welatê xwe
Serokdewletê Suriye Beşar Esad got: Ez pê bawerim dê piştî pevçûnan, hemwelatiyên suriyeyî ku derketine derveyî welat dê paş vegerin. Esad diyar kir pêvajo ji niha de dest pê kiriye.
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad her wiha got: Dê Suriye, bi dewletên ku piştgiryiê didin terorîstan re danîstandinên tîcarî neke.”
Başer Esad ku ji televizyona fermî ya Rûsyayê re axivî û got: “Dê bo we balkeş be, lê bawer bikin gelek kesên ku halê wextê wan di cih de bûn û dê bikaribûna li derveyî welat bicih bibûna lê ew par û îsal vegeriyan Sûriyeyê. Kêm kes vegeriyan lê prosesa vegerê dest pê kiriye.”
Esad got: “Piştî ku şer bidawî bibe ez pê bawerim ku dê gelek kes vegere. ” Esad wiha berdewam kir: “Zêdetirên kesên ku çûn ne ji bo dijberên deshilatdaran bûn, Dû sebebên çûyîna wan hebûn. Yek metirsiya êrîşên terorî ya duyê jî ji bo wan û malbata wan îmkanên bicihbûyînê nemabûn. Zêdetirên hemwelatiyên me pişgirî didin dewleta xwe ji ber vê ye ez pê bawerim ku dê gelekên ji wan paşve vegerin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)