Balafirên cengê yên Tirkîyê bi dehan welatîyên sûrî kuştin
Di encama êrişa balafirên cengê yên Tirkîyê ser bajarê Babê li Sûrîyê da, 24 kes hatin kuştinê û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA), balafirên cengê yên Tirkîyê duh taxên xelknişîn ên bajarê Babê li bakûra rojhilata Helebê dan ber bombeyan.
Di encama vê êrişê da 24 welatî ji wan 7 zarok û 10 jin hatin kuştinê û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî gotina çavkanîyên herêmî, hela cenazên gellek gorîyan di bin kelefeyên avahîyan da mane û diqewime hejmara kuştî û birîndarên vê êrişê jorda here.
Balafirên cengê yên Tirkîyê di 21`ê Mijdarê da jî bajarokê Şêxnasir li rojhilata Babê dan ber bombeyan ku di encamê da 7 welatî hatin kuştinê û 10 jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)