Tekezkirina Japonyayê ser rola giring a Îranê li çareserkirina qeyranên navçeyî
Balyzoê Komara Îslamî ya Îranê li Tokyoyê got: Dewleta Japonyayê, dixweze ku Komara Îslamî ya Îranê li çareserkirina qeyranên navçê zêdetir rola xwe hebe.
Balyozê Îranê li Tokyoyê Riza Nezer Aharî li gotûbêja bi Îlnayê re tekez kir: Japonya, Komara Îslamî ya Îranê welatekî giring û bihêz dizane ku dikare bi zirûfên xwe alîkariyê bide çareserkirina qeyranên niha li Rojhilata Navînê.
Balyozê Îranê li Tokyoyê li bara dîroka peywendiyên 90 salî yên Îranê tev Japonyayê got: Ev dîroka nîşan dide japonî wêneyeke baş li bara Îranê hene û dîtine ku Îran li piraniya qeyranan roleke kêrhatî hebûye.
Nezeraharî bal kişand ser seferên li asta bilind anvbera Îran û Japonyayê li mehên pêşerojê û got : Alîkarê Şînzo abê serokwezîrê vî welatî biryar e 10 Çillê sefera Îranê bike û bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê li bara peywendiyên dualî, anvçeyî û anvneteweyî hevdîtin û gotûbêjê bike.
Balyozê Îranê li Japonyayê li bara mesela hevhatina ewlehiay navokî anvbera du welatan destnîşan kir rayedarên japonî jibo piştgiriya ji rêketinnama navokî ragihandin nêzîkî 200 milyon yên Japonyayê bi qasî 2 milyon dularî alîkariya plana ewlehiya navokî li Îranê dikin û ev ali çarçêva xebatên Îran û Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê jibo ewlehiay bernameyên navokî ye.
Nezeraharî sefera vê adwiyê ya Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê bo Tokyoyê got : Li kêleka vê seferê muzakirên baş navbera beşa taybet a Îarnê tev şîrketên japonî cih hat tevî ku hin civîn navbera berpirsên bankî û wezareta aboriyê ya du welatan jibo rakirina berbendên ser riya berfirehkirina hevkariyên aborî navbera Îran û Japonyayê hatin li darxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)