Zêrevana mafên mirovan:Siyaseta Alê Xelîfe ya serkutkirinê li Behreynê dijwar bûye
Rêxistina çavdêra mafên mirovan Rejîma Alê Xelîfe li Behreynê bi girankirina siyaseta serkutkirinê li reftara tev xelkê inqilabî ya vî welatî tawanbar kir.
Li gorî rapora roja înê ya televîzyona El-Alamê, Co Stork alîkarê rêveberê beşa rojhilata navîn a çavdêrê mafên mirovan ragihand nizama Behreynê bi têkbirina yek ji civatên siyasî yên herî giring ên dijber li welêt, mehkemekirina çalakan û alimên olê, betalkirina mafê welatîbûnê ya hin neryaran, siyaseta serkutkirina rexnegiran û neyarên navxweyî zêde kiriye.
Co Stork diyar kir serkutkirina plankirî ya azadiya axiftinê, kombûnên biaşitî û dijberiya li hember pêkanîna civatan bûye sedem ku rewşa mafên mirovan li Behreynê bikeve rewşeke dijwar.
Co Stork alîkarê rêveberê beşa rojhilata navîn a çavdêrê mafên mirovan hikûmeta Behreynê bi bêdengkirina saziyên sivîl û bêparkirina tam a gelê vî welatî ji azadiyê tawanbar kir û daxwaza vejiyandina pêvajoya rawestyayî ya çareserkirina siyasî li behreynê kir.
Co Stork riya vejiyandina pêvajoya siaysî ya çareserkirina pirsgirêkên Behreynê li paşdevekişyana nizama vî welatî ji têkbirina civata Îslamî ya El-Wifaqa neteweyî û azadiya girtiyên siaysî da zanîn.
Behreyn ji 14 Fewiriya sala 2011an ve şehedê serhildana gelanî li dijî Rejîma Alê Xelîfe bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)