ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgîriya serokkomarê Azerbaycanê li ser berfirehkirina peywendiyên bi Îranê re

Serokê Komara Azerbaycanê, xwest ku peywendiyên dualî yên bi Komara Îslamiya Îranê re, berfireh bibin.

Ilham Elîov, serokê Komara Azerbaycanê, roja sêşemiyê li hevdîtina bi Mehmûd Waêzî, wezîrê peywendî û teknolojiya ragihandinê yê Komara Îslamiya Îranê, li Bakûyê kêfxweşiya û rizamendiya xwe ya ji ber pêşketina peywendiyên di navbera du welatan diyar kir û got, zêdebûna peywendiya, nîşana dostî û hevgirtîbûnên kûr ên du netew û du welatan e.

Serokê Komara Azerbaycanê, xeta rêya hesin a Reşt- Astarayê, planeka girîng jibo her du welatan û hemî pişka veguhestinê ya Bakûr û başûr û gihiştina Ewrûpayê bo navçeya Kendava Farsê û rojavayê Asyayê da zanîn û got serêxwegirtina van projeyên girîng û stratêjîk, dostî û biratiya Îran û Komara Azerbaycanê, qahêmtir dikin.

Serokkomarê Azerbaycanê, herwiha terorîsm û tundrêtî weke gefeka cidî jibo navçe û cîhanê da zanîn û herwiha got şerrê dijî DAIŞ`ê erka giştan e.

Ilham Elîov, li ser alûgorên Sûriyê jî got: Divê xelkê Sûriyê bi parastina yekperçetiya axa xwe li ser dahatiya welatê xwe biryarê bidin.

Mehmûd Waêzî, wezîrê peywendî û teknolojiya ragihandinê yê Komara Îslamiya Îranê, jî di vê hevdîtinê de li ser pêwîstiya hevkariya bankên navendî yên Îranê û Komara Azerbaycanê jibo geşkirina çalakiyên aborî sekinî û amadetiya kompaniyên îranî jibo sermayedanîna li pişkên ceryan û warên din di wî welatî de ragihand.

Wezîrê peywendî û teknolojiya ragihandinê yê Komara Îslamiya Îranê, jibo beşdariya li nîşangeha navneteweyî ya bîst û nehan a peywendî û teknolojiya ragihandinê ya Bakûtêlê, çûye Komara Azerbaycanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu