ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Hewraman gundekî 6 hezar sal berî naha hate dîtin

Saziya cîh û warên çandî û geştyarî ya Îranê ragehand, lêkolînekî di çarçoveya dîrokî de li navçeyên Hewramanê ku dikeve ustana Kirmanşanê li rojavaya Îranê, gundek ku xwedî kevnariyeke 6 hezar sal zêdetir e hate dîtin.

Li gor ragihandina IRIB Newsê, duh serpereştê lêkolînan yê saziya cîh û warên çandî û geştyariya Îranê li navçeya Hewramana ser bi ustana Kirmanşanê Emîr Seîdmûçsî ragehand: ‘’Ew gundên ku li navçeya Hewramanê hate dîtin dîroka wê vedigerê 4 heta 5 hezar salan berê zayînê.’’

Di wî gundî de asewarên ji axê û amûrên ji kevir hatine çêkirin û cîh, war û avahî têda hatine dîtin.

Li gor gotina Seîdmûçsî heta niha cîh û warên wekî wê yên dîrokî li herêma Hewramanê nehatine dîtin. Ji ber vê yekê ew gunda dikare gelek zanyariyên giring derbarê awayê jiyan û çanda wê serdemê bide berdestê lêkolînvan .

Wî herwaha got: ‘’Pispor di vê lîkolîna li Herêma Hewramanê de û bi taybet li derdora çemê Sîrwanê karîne gelek cîh peydabikin ku dîroka wan vedigerê sedsala kevir, herwiha sedsala tunc û sedsala hesin û berî Îslamê.’’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu