AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Boykotên Îranê li sê warên giring ên enerjî, nift û gaz û pêtroşîmîiyê, veguhestin û malî û bankî hatiye çareserkirin û Îran dikare hemî derhatên xwe yên niftê bistîne

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê li sala buhurî rastî bêsozî, sistî, siyasetên paşdexistinê û bi dijminatî yên Emerîkayê û hin welatan li cihanîna rêketinama navokî hatiye.

 Alîakrê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa hiqûqî û navneteweyî, seyd Ebas Iraqçî, roja yekşemiyê li yekim salvegera cihanîna  rêketinnama navokî li civîna rojnamevaniyê li Têharnê got: Emerîkî û ewrûpiyan  li dereqa sala buhurî hindî karîn  ser riya cihanîna rêketinnama navokî pirsgirêk û berbend çêbikin, lê Îranê li hember van pirsgirêkan sekinî  û hewl da berbendan rake.

Iraqçî diyar kir: Konseya Ewlehiya ya NY bernama navokî ya Îranê wek bernameyeke rewa jibo cîhanê daye nasandinê û ev bernama navokî riya xwe bi qawet didomîne û lêkolîn û berfirekirina li vî warî jî li halê cihatinê ye.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Îranê dê bighêje zengînkirina pêşeyî û hevkariyên bişaitî yên  navokî yên Îranê tev welatên li halê cihhatinê ye.

Iraqçî her wiha diyar kir: Boykotên Îranê li sê warên giring ên enerjî, nift û gaz û pêtroşîmîiyê, veguhestin û malî û bankî hatiye çareserkirin û Îran dikare hemî derhatên xwe yên  niftê bistîne.

Serokê îranî yê erkantiya cihanîna rêketinama navokî got : Pirsgirêk û berbendên ser riya veguhestin, gemîvanî, sîgurta gemiyan û bidestxistina benderan çareser bûne û hin pirsgirêkên heyî li warê boykotên  bankê li bara rêketinnama navokî nînin.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li bara hûrgiliyên  muzakirên vê dawiyê tev taxima  emerîkî li Viyenê jî tekez kir: Îranê xêncî li bara hin meselên teknîkî li warê rêketinama navokî û pêşeroja wê tu muzakireyekê bi taxima  emerîkî nake.

Iraqçî bal kişand ser vê yekê ku  biryardayîna  li bara pêşeroja  rêketinnama navokî li Emerîkayê ser milê serokkomarê pêşerojê yê vî welatî ye û tekez kir: Muzakirên navokî yên Îranê bi Emerîkayê re dawî bûye û  Îran  bi dewleat  din a Emerîkayê re  li bara rtêketinnama navokî nakeve muzakira siyasî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu