Hêrsbûn û xwenîşandana gelê Behreynê piştî îdamkirina sê ciwanên inqilabî
Piştî îdama sê ciwanên behreynî, navbera gel û hêzên ewlehiyê yên Alê Xelîfe li piraniya navçên Behreynê pevçûn derketiye û xelkê şeqam girêdanê.
Pevçûnên siba roja yekşemiyê li navça El-Derazê ya Menamê gurtir bûne û hêzên ewlehiyê yên Alê Xelîfe gullên saçmeyî û gaza jardar ber bi xelkê avêtin.
Xelkê hêrsbûyî li navça El-Sehla başûrî li Behreynê jî jibo şermezarkirina kiryara Rejîma Alê Xelîfe derheq îdamkirina sê ciwanên inqilabî yên vî welatî derketine kolan û çarsiyan û xwenîşandan birê xistine.
Behreyniyên rûniştiyê navça El-Newîderatê jî siba roja yekşemiyê jibo şermezarkirina cinayeta îdama sê ciwanên behreynî ji aliyê Rejîam Alê Xelîfe xwenîşandan birêxistin.
Di eynî demê de Yûsif Rebî serokê navenda mafên mirovan a Behreynê tekez kir: Îdama van ciwanên behreynî, qeyrana Behreynê hînaloztir û dê qonaxên din dijwartir bike.
Yûsif Rebî her wiha diyar kir: Kesên ku biryar dan ciwanên hanê îdam bikin divê berpirsiyariya buyerên pêşerojê qebûl bikin jiber ku li pêşerojê her bûyerek dikare biqewime.
Serokê navenda mafên mirovan a Behreynê got : Bi îdamkirina sê ciwanên behreynî deriyên ser her cure rêçara siyasî jibo qeyrana Behreynê hat girêdanê.
Samî Meşîme, Elî Senkîs û Ebas Semî sê ciwanên behreynî siba roja yekşemiyê li dosiya îdiayî ya êrişa ser hêzên polîs li navça El-Diye li 3 Adara 2014an, bi derba gullê hatin îdamkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)