NûçeRojhilatanavinSûriye
Li Şamê teqîn: 9 kuştî
Duh êvarî di tûnelekê de teqîneke li herêma Herestayê ya nêzîkî Şamê de çêbû û di encamê de, 9 leşkerên Artêşa Sûriyeyê hatine kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên terorîst ên li herêma Herestayê tûnel kolandiye û teqemenî lê bi cih kirine.
Artêşa Sûriyeyê ev tûnela bi dirêjahiya 300 metreyî dîtiye û dest bi xebata jihevxistin û bêbandorkirina teqemenî, bombe û dafikên vedayî kir lê terorîstan ew tûnel teqandiye û di encamê de 9 leşkerên sûrî hatine kuştin û hinekên din birîndar bûne. Herwiha piştî teqînê, terorîstan êrîş kiriye lê Artêşa Sûriyeyê ew êrîşa wan şkandiye û ew têk birine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)