ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Cabirî Ensarî: Armanca civîna Astaneyê, çareseriya qeyrana Sûriyê ye

Serokê taxima Îranê li civîna Astaneyê, armanca lidarxistina vê civînê, tesbîtkirina agirbesa li Sûriyê û xweşkirina rê jibo gotûbêjên cidî yên jibo aştiya mayinde ya di navbera dewleta vî welatî û komên dijber da zanîn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Sadiq Hisên Cabirî Ensarî, alîkarê beşa erebî û afrîqî yê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê ku serokê taxima Îranê li gotûbêjên aştiya Sûriyê li Astaneyê ye, sibeha îro şemiyê li balafirgeha Almaatî ya Qezaqistanê got: Em ê di van gotûbêjan de bi amadetiya tam beşdar bibin û me wekî nûnerê Îranê, ji destpêkê va ragihandiye ku tu rêçareya leşkerî jibo qeyrana Sûriyê tuneye û divê ev qeyrana bi awayekî aştiyane û bi gotûbêjên siyasî çareser bibe.

CAbirî Ensarî, herwiha got, dewama qeyrana Sûriyê ji bilî kuştin û xirabkirina welatekî îslamî, wê tu encameka din tunebe.

Taxima Îranê, îro şemiyê piştî ketina nav bajarê Astanê, wê gotûbêjên xwe bi taximên ku ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve jibo civîna aştiya Sûriyê hatibûn şandin, dest pê bike.

Armanca ji gotûbêjên di navbera sê welatan amadekirina karên destpêkê jibo li darxistina serketîtir a civîna astaneyê ye.

Civîna Astaneyê, wê bi mazûwaniya dewleta Qezaqistanê û bi çavdêriya Rûsya, Îran û Tirkiyê, 23 û 24`ê Çileyê, were li darxistin.

Ev civîna hin armancên wekî tesbîtkirina agirbesê, sekinîna bi bandor li hember terorîsmê û cihanîna gotûbêjên sûrî- sûrî di navbera dewlwta û neyarên Sûriyê, daniye destûra xwe ya xebatê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu