Vegeriyana awareyên iraqî bo navçên azadbûyî li Mûsilê
Berpirsên iraqî li bara vegeriyana bi hezaran awareyan bo malên xwe li navçên azadbûyî yên Mûsilê navenda parêzgeha bakurê Neynewayê agahî dan.
Berpirsên iraqî roja çarşemiyê ragihandin awareyên hanê piştî azadkirina mêhwera rojhilata Mûsilê, terka kempan dan ku vegerin cihê jiyana xwe.
Li gorî gotina berpirsên iraqî eva pêla herî mezin a vegeriyana awareyan ji destpêka Cotmeha 2016-an heya niha tê hesabê.
Li gorî gotina NY herîkêm 22 hezar kes ji 180 hezar kesî ku ji ber pevçûnên li Mûsilê û derdora wê aware bibûn, vegeriyan malên xwe.
Rayedarên iraqî operasyona vegeriyana awareyan bo navçên azadbûyî li Mûsilê du caran li heftiyê ji kempên Xazir û Hesen El-Şamê damezrandin.
Operasyona azadkirina Mûsilê, navenda parêzgeha Neynewayê ji 17 Cotmeha 2016`an ji 6 eniyan ser fermana Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar destpê bû. Niha eniya rojhilata Mûsilê tam ji lepên DAIŞ`ê hatiye azadkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)