ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî:Rêçarên pêkan jibo rawestana li ber kiryara Emerîkayê tên berçavgirtin

Behram Qasimî duşemiyê şevê got : Li vê barê dikarin balê bidin ser pêkanîna  komîteyeke  hevpar ji wezareta tendrustiyê, derman û hîndekariya pizîşkiyê, lêkolîn û teknolojiyê û hêza ewlehiya Îranê li wezareta karên derve.

Qasimî destnîşan kir: Komîta hanê karê xwe destpê kiriye û dê bi zûtirkê riyên  baş û pêkan jibo rewşa nû texmîn bike .

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku ev komîteya li du rojên  buhurî hin rêçare berçav giritne û ji balyozxanên  Îranê li seranserê cîhanê re ragihandiye û got : Ev ferman û rêçare jibo parastina cih û şûna îraniyên dervey welêt bitaybet kesên  ku renge li Emerîkayê rastî hin pirsgirêkan werin,  hatiye amadekirin.

Waşengton û Riyazê di kiryareke  hevdeng, Trump îniyê şevê bi îdiaya  rawestana li ber terorîzmê fermana  cihanîna hin sînorên  berfireh jibo derbasbûna  penaber û  koçberan ji welatên Îslamî ji wan Îran, Iraq, sûdan , Somalî, Lîbya, Sûriye û Yemenê bo nav axa Emerîkayê wajokirin.

Ev kiryara serokkomarê Emerîkayê tenê çend mehan piştî eşkerebûna  hizûra 15 welatiyên siûdî li bûyera terorîstî ya 11 Îlona 2001`an  ku bircên cêwî li Niyoyorkê û hin  navendên hestyar li Waşengtonê kiribû hedef, cih hat .

Piştî eşkerebûna hin belgeyan li bara beşdariya  welatiyên siûdî li vê operasyona  terorîstî,  piraniya malbatên  goriyên  emerîkî li dijî dewleta siûdî doz vekirin û her du partiyên  Komarîxwaz û Demokrat jî ser eşkerekirina  belgeyan sekinîn lê siûdiyan gef li serokkomarê hîngê yê Emerîkayê, Barak Obama xwarin ku  dê100 milyar dular ji dirav û heyitiyên  xwe derxînin û ew neçar kirin dev ji meselê berde. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu