IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: Têrorîst hewil didin ji her derîyekî bikevin axa Iraqê lê divê em hişyar bin û rê nedin wan

Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî di hevdîtina digel hejmareke fermandeyên leşkerî derbarê ihtimala nifûza têrorîstan ji axa Sûrîyê nav Iraqê de hişyarî da.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al Alamê, Heyder Ebadî ku hefteyên dawîyê yên serokwezîrtîya xwe derbas dike, îro di hevdîtina di vê hevdîtinê de pesna rola fermandeyan di têkoşîna dijî têrorîstên DAIŞ`ê de da û pêgirî li ser girîngîya qonaxa bê û pirsgirêkên wê yên ji ber hebûna komên têrorîst li nav Sûrîyê û gefên wan kir.

Ebadî herwiha got: Serketina li hemberî têrorîmê li Iraqê pêk hat lê, ev gefa hela jî li Sûrîyê heye û divê ew were jinavbirinê.

Heyder Ebadî herwiha got: Têrorîst hewil didin ji her derîyekî bikevin axa Iraqê lê divê em hişyar bin û rê nedin wan.

Başa dön tuşu