ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Riyazê li bara operasyona deryayî ya hêzên yemenî li xwe mukir hat

Çavkaniyên siûdî êrişa gemiyên yemenî ser paporeke mûşekavêj a siûdî piştrast kirin û li bara kuştin û birîndarbûna çend eskerên vî welatî agahî da.

  Ajansa nûçan a Erebistanê ragihand: Li encama êrişa roja duşemiyê ya sê gemiyên  yemenî ser paporeke  mûşekavêj a Eerebistanê li peravên parêzgeha Hedîdê du eskerên siûdî hatin kuştin û sê kesên din jî birîndra bûn.

Di eynîdemê de hat ragihandin li encama êrişên  hevalbendiya siûdî ser bajaroka li peravê ya El-Mexayê li parêzgeha  başûrê Teizê ya Yemenê hejmarek ji welatiyên  bêberevan hatin şehîdkirin û hejmarek jî birîndar bûn. Pireya Irfanê li bajaroka El-Mexayê ya parêzgeha Teizê  bibû navend êrişên roja duşemiyê ya balefirên cengê yên  siûdî ser vê navçê .

Balefirên cengê yên siûdî her wiha  du caran êriş kirin ser navça Wadî El-Deqîqê li bajaroka  Kitafê û li êrişên xwe bombeyên işûyî bikar anîn. Li bara kuştiyên  vê êrişê tiştek nehatiye ragihandin .

Xelkê sivî goriyên sereke ên êrişên 22 mehên buhurî yê Erebistanê ser Yemenê ne. Li encama van êrişan a ku bi piştgiriya Emerîka û çend welatên ereb tim didome. Nêzîkî 10 hezar yemenî hatine şehîdkirin û bi dehan hezar kes jî birîndar bûne û bi sedan hezar kes ji mişext û aware bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu