ÎranNûçeRojhilatanavin

Kemalwendî: Peymana tev çîniyan jibo jinûve dîzaynkirina reaktora Erakê dawî bû

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: peymana tev çîniyan jibo jinûve dîzaynkirina reaktora Erakê dawî bûye.

 Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, Bêhrûz  Kemalwendî li gotûbêja  tev Fars Newsê li bara peymana  Îranê tev  Çînê jibo jinûve dîzaynkirina  reaktora  atomê ya Erakê got : Ev mesela  dawî bûye û  pêngav berdewam tên rakirin yanê kar  mehtelê vê yekê nîne ku  peyman were wajokirin.

Berdevkê Rêxistina Enerjiya atomê ya Îranê destnîşan kir: Karê dîzaynkirina  qonaxa ewil a jinû dîzaynkirina  reaktora  atomê ya Erakê ji aliyê pisporên Îranî cih hatiye  ku ew divê vê dîzaynê venihêrin ku piştre derbasî qonaxa  dîzaynkirina  tam û tekûz bibe (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu