Dewama pêşdeçûna artêşa Iraqê li Humsê
Artêşa Sûriyê û alîgirên wê operasyona eskerî ya xwe ber bi Heql El-Mêhrê li derdora rojhilata bajarê Humsê berfireh kirin.
Li gorî rapora El-Alamê, navenda ragihandinê ya şerê Sûriyê îro hin wêneyên operasyona hêzên artêşê li dijî meqerên terorîstên DAIŞ`ê ber bi gundê Qeriyet El-Beyze ya rojhilat û fabrîka gazê ya Heyanê û derdora navça balefirgeha El-Teyfûrê li Himsê weşand.
Ev wêne her wiha nîşan didin ku artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê gundê El-Hetaniyê, riya Cihar û Bêr El-Merhetanê xistine bin kontrola wxe .
Eva li halekî ye ku roja şemiyê navendên fermandehiyê û cebilxanên grûpa terorîst a DAIŞ`ê li navçên Dêrefûlê, Keferlahayê, Tel Dehebê û Tel Doyê li derdora Humsê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hat îmhakirin.
Terorîstên ser bi bereya El-Nusreyê xelkê sivîl li navça bakurê Humsê dorpêç kirine û navçên xelknişîn ên bajarê Himsê dane ber mûşekan.
Çavkaniyeke eskerî jî ragihand: Artêaş Sûriyê li sietên buhurî li operasiyoneke berfireh êriş kir ser kombûna endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li rojhilata balefirgeha El-Sînê li bakurê rojhilata Rîfa Şamê û kontrola xwe ser çend navçan xurt kir.
Li encama vê operasyonê hejmareke zêde ji terorîstan hatin kuştin an birîndra bûn.
Yekînên artêşa Sûriyê her wiha serdestiya xwe ser navça El-Ketîbê El-Salisê, El-Kesarat rojhilat û rojava li başûr û rojhilata balefurgeha El-Sînê li Rîf Şamê xurt kirin û hejmarek ji terorîstên DAIŞ`ê jî kuştin.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrişa berfireh a grûpên terorîstî yên ku ji aliyê Erebistan, Tirkiye, Emerîka û hevpeymanên wê va tên piştgirîkirin jibo sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)