Xerazî:Welatên rojavayê li warê rawestana li ber terorîzmê piştgirî dan alîgirên terorîstan
Kemal Xerazî, serokê konseya stratejîk a peywendiyên derve ya Îranê roja duşemiyê nav koma balyozên welatên ewrûpî,parezemîna Emerîkayê û nunerên hin rêxistinên navneteweyî yên çalak li Îranê diyar kir: Divê welatên rojavayê baş bizanin ku xizetên Îranê li warê rawestana li ber terorîzmê li navçê çi berjewendî jibo wan hebûye jiber ku talûkeya terorîzmê, cîhanî ye.
Xerazî ku bi munasibeta rêzgirtina ji heyamê deheka pîroz a Fecrê diaxift her wiha got : Îran ji welatên herî serbixwe yê cîhanê ye û bi tenê kariye ku ewlehiya xwe dabîn bike jiber ku pişta xwe bi qaweta gel va girêdaye.
Wî bal kişand ser alîkariya misteşarî ya Îranê bo Iraq û Sûriyê jibo rawestana li ber terorîzmê û destnîşan kir: Şerê Îranê li hember terorîzmê li Iraq û Sûriyê ne tenê ser qazanca xwe û navçê bû belkî ser qazanca ewrûpiyan û welatên cîhanê bûye.
Serokê konseya stratejîk a peywendiyên derve yên Îranê bal kişand ser piştgiriya hin welatan ji terorîstan li Sûriyê û got : Grûpa terorîstî ya DAIŞê ji hemî navçên cîhanê endaman werdigre ku pêwîst e welatên cîhanê vê meselê fehm bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)