Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Di encama êrişa bi hawan a têrorîstan ser bajarê Fûê li bakûra rojavaya Sûrîyê da, 9 sivîl hatin kuştinê

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, di encama êrişa têrorîstan a bi hawanan da, welatîyekî sûrî li bajarê dorpêçbûyî yê Fûê li bakûra Idlibê hat kuştinê û 8 sivîl ji wan 3 zarok birîndar bûn.

Komên têrorîst ên li derdora bakûra Hemayê li rojavaya Sûrîyê jî bajarê Muheredê dan ber hawanan.

Di vî halî da hêza hewayî ya Sûrîyê îro li gorî lêzanînê deqîq ên ewlehîyê, êrişî cihê civîna serkirdên komên têrorîst li bajarê Seraqibê ser bi parêzgeha Idlibê li bakûra rojavaya Sûrîyê kir.

Di encama vê êrişê da 32 têrorîst hatin kuştinê, 21 têrorîst birîndar bûn û alavên wan ên serbazî jî hatin rûxandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu